Davutoglu li hemberî Erdogan serî rakir: Avakirina partiya nû îlan kir

03 hezîran 2019 02:03
Davutoglu li hemberî Erdogan serî rakir: Avakirina partiya nû îlan kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Tirkiyê ji AK Partiyê Ahmet Davutoglu ku ev demeke xebatên li ser partiyekê digel damezirînerên AKPê yên hatine xeyîdandin dixebite, li bajarê xwe Konyayê beşdarî fitarê bû û li ser mijarê daxuyanî dan.

Ahmet Davutoglu cara ewil bi awayekî eşkere ragihand ku ew partiyeke nû ava dikin.

Davutoglu bêyî ku navê partiyekê bilêv bike got, ew bi sekn û hal û îzmîhaleke nû derdikevin û diyar kir, ‘Ez we hemûyan vedixwînim vê rewşa nû.’

Wî herwiha da zanîn ku ew bi misyoneke nû ku xwedî li nirxên bingehîn derkevin meydanê.