Partiyeke Tirkiyê ji bo betalkirina serokomariya Erdogan serî li YSKê da

14 hezîran 2019 22:33
Partiyeke Tirkiyê ji bo betalkirina serokomariya Erdogan serî li YSKê da

PeyamaKurd - Partiya bi navê Partiya Rizgariya Gelan (HKP) a Tirkiyê bi hinceta ku dîplomeya wî ya zanîngehê sexte ye serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da û xwest mazbataya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jê were standin û serokomariya wî bê betalkirin.

Beriya vê serlêdana HKPê jî Yekîtiya Noterên Tirkiyê bi hinceta ku belgeya dîplomeya Erdogan a sexte wekî ya rastîn nîşan daye cezayê hişyariyê dabû karmendê noterê yê ku ew belge pesend kiriye. 

HKPê di serlêdana xwe de got, ji ber ku pêwîste serokomar dîplomeya zanîngeheke çar salan xilas kiribe û bi belgeya sexte jî zagon û destûra Tirkiyê hatiye binpêkirin divê YSK mazbataya wî jê bistîne û serokomariya wî betal bike.

HKP li benda biryara YSKê ye ku hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.