Erdogan derbarê pêvajoyê de: Bila di demekî kurt de bigihîje serî
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê pêvajoya aştiyê de di civîneke ligel berpirsên payebilind ên AK Partiyê de ragihand ku bila pêvajo di demek kurt de bigihije serî û beriya girtina parlamentoyê were temamkirin.
RûpelNews - Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd hate destpêkirin wek babeteke sereke di rojeva siyaseta vî welatî de cîh digire.
Tê payîn van rojan yasaya di çarçoveya proseya aştiyê de tê amadekirin pêşkêşî parlamentoyê bê kirin.
Ev mijar wek mijareke girîng di civîna Lijneya Rêvebirinê ya Navendî ya AK Partiyê de hat axaftin.
Erdogan: Divê pêvajo neyê dirêjkirin
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Parti Recep Tayyip Erdogan, di civinê de bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha got: 'Divê pêvajo neyê dirêjkirin. Bi Tifaqa Komar re, me ev pêvajo baş bi rê ve bir. Ji xeynî me kes nikare vê bike. Werin em vê yekê berî ku parlamento were girtin bo betlaneya havînê bi dawî bînin da ku em vê mijara girîng careke din û herî dawî çareser bikin. Di vê pêşniyarê de, ji bo me prensîbên dewleta me û nirxên neteweya me ji her tiştî girîngtir in. Ti tişt dê li dijî van nebe."
Naveroka yasayê dê çawa bibe?
Yasaya proseya aştiyê dê vegera endamên PKKê jî dê diyar bike. Tê diyarkirin ev yasa dê bibe yasayeke serbixwe û demkî. Ew ê nebe efûyek. Ev yasa dê tenê piştî ku were piştrastkirin ku hemû çek hatine teslîmkirin, bikeve meriyetê. (Çavkanî: NTV)
