Erdogan derbarê pêvajoyê de: Deriyên serdemeke nû dê vebin
Erdogan derbarê pêvajoya çareseriyê de, ku wekî 'Tirkiyeyeke bê Teror' tê binavkirin, got: "Dema ku pêvajoya me bigihîje armanca xwe, deriyên serdemeke nû dê li ber neteweya me vebin. Em pir baş wan destên pîs ên ku xwe digihînin herêma me dizanin. Heger plana her kesî hebe, plana me jî heye."
RûpelNews - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li merasîmekê ya ku li navçeya Xelatê ya Bedlîsê, wekî beşek ji çalakiyên bîranîna "955emîn salvegera Şerê Melezgirê" hat lidarxistin, axivî.
Di axaftina xwe de amaje bi pêvajoya aştiyê kir û got ku serkeftina pêvajoyê dê ji bo Tirkiyeyê destpêka serdemeke nû be.
Erdogan got, "Dema ku pêvajoya me ya Tirkiyeyeke Bê Teror bigihîje armanca xwe, bi izna Xwedê, dê deriyên serdemeke nû li ber neteweya me vebin. Li gel biratiya me, aboriya me jî dê bihêztir bibe. Berxwedêriya eniya me ya navxweyî dê zêde bibe."
"Stratejî û plana me jî heye"
Erdogan, ku di heman demê de peyamên derbarê geşedanên li herêmê de jî radigihand, got, "Em dê bi hev re bibin şahidê bilindbûna Tirkiyeyeke mezin û bihêz."
Erdogan diyar kir, "Em pir baş wan destên pîs ên ku xwe digihînin herêma me dizanin. Heger rojeva her kesî hebe, wê demê rojeva me jî heye û plana me jî heye."
Bi îdiaya ku "bazirganên xwînê, oportunîstên ku ji terorê sûd werdigirin û sûcdarên komkujiyê" dê têk biçin, Erdogan got ku serketî dê "biratî, aştî û aramî" bin.
Erdogan axaftina xwe wiha domand, "Bêhnvedan ji bo neteweya tirk a mezin û bihêz hilhat. Rêya me ya li pêş û asoya me zelal e."
