Li ser pêvajoya çareseriyê nêrîna Trakyayê: Piştgirî, guman û bawerî

21 îlon 2026 23:05

Xwediyê Rojnameya Çerkezkoy Ekspres, nêzîkatiya li herêma Trakyayê ya derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê de nirxand. Akın bal kişand ser hebûna nêrînên cihêreng ên derbarê mijarê de û diyar kir ku pêvajo bi têra xwe nehatiye ravekirin û di nava gel de nezelalî berdewam dike.

Li ser pêvajoya çareseriyê nêrîna Trakyayê: Piştgirî, guman û bawerî

RûpelNews - Akın destnîşan kir ku zehmet e mirov bibêje li herêma Trakyayê piştgiriyeke xurt ji bo pêvajoyê heye û avahiya siyasî û civakî ya herêmê wekî yek ji sedeman nîşan da. Wî bal kişand ser wê yekê ku îdeolojiyên neteweperest û kemalîst bi taybetî li Trakyayê xurt in; dibe ku ev yek bûbe sedem ku pêvajo bi awayekî têrker ji gelê herêmê re neyê vegotin.

Akın da zanîn ku di nav alîgirên pêvajoyê de ne tenê ew beşên gel hene ku ji Anatoliyayê koçî Trakyayê kirine, lê her wiha kesên ji bingeha dengdêrên AK PartÎ û DEMê jî hene. Herçend Akın qebûl dike ku gelek kes li herêmê wê nêrînê diparêzin ku "aşitî her tim ji şer çêtir e", lê wî her wiha destnîşan kir ku tevî pêşwaziyeke erênî ya li hemberî fikra aşitiyê kesên ku bawer dikin pêvajo bi mebestên siyasî tê birêvebirin jî hene.

"Gelek kes aşitiyê dixwazin"

Akın diyar kir ku ew kesên ji Anatoliyayê koç kirine yên ku pir caran ji ber pevçûnên berê neçar mane malên xwe biterikînin bi taybetî dixwazin aşitî pêk were; lêbelê, wî destnîşan kir ku heman kes ne hewce ye ku baweriyê bi aktorên siyasî yên ku pêvajoyê dimeşînin, bînin.

Wî anî ziman ku di nava gel de derbarê dilsoziya hem şanda ku nûnertiya partiya desthilatdar dike û hem jî aktorên din ên siyasî yên beşdar de guman hene. Akın bal kişand ser pêwîstiya ravekirineke giştgir a ji bo raya giştî daku pêvajo bi ser bikeve, û ragihand ku hinek kes bawer dikin ku tenê komîsyoneke parlamentoyê dê têr neke.

“Em jî wekî rojnamevan, nikarin bi temamî wate bidin tiştên ku diqewimin”

Akın diyar kir ku nebûna agahdariya têrker a ji bo raya giştî yek ji pirsgirêkên herî girîng ên pêvajoyê ye û destnîşan kir ku heta rojnamevan jî bi temamî fêm nakin ka pêvajo çawa tê birêvebirin.

Akın got: “Herçend em rojnamevan bin jî, em nikarin rewşê bi temamî fêm bikin. Gelo raya giştî çawa dikare tiştekî ku em bi xwe jî jê fêm nakin, bizanibe, jê bawer bike, pê bawer be û piştgiriyê bide wê?”

Akın anî ziman ku divê pêvajo bi awayekî şefaftir û berfirehtir (bi tevlêkirina hemû aliyan) were meşandin û destnîşan kir ku rêbaza heyî nikare baweriya raya giştî bi dest bixe.

“Em ne li dijî aştiyê ne”

Akın bal kişand ser wê yekê ku rexneyên wî û kesên din ên xwedî nêrînên heman rengî derbarê pêvajoyê de, carinan wekî dijberiya aştiyê tên şîrovekirin, û diyar kir ku ev yek ne rast e.

Akın got: “Em ne li dijî aştiyê ne; em li dijî pêvajoyê ne. Pêvajo ne bi awayekî baş hatiye birêvebirin û ne jî bi awayekî têrker ji raya giştî re hatiye şîrovekirin. Kêmasî di rêbazê de hene. Eger ev nêzîkatî şefaftir û berfirehtir bûya, dê pêbawertir bûya û me jî dê baweriyeke mezintir pê anîbûya.”

Akın hêviya xwe ya serkeftina pêvajoyê anî ziman û destnîşan kir ku ew têgihiştina ku aktorên siyasî li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî tevdigerin, zirar daye baweriya raya giştî.

Akın axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hêvîdar im pêvajo baş biçe û bibe sedema aştiyê. Xwezî me bikaribûya bawerî pê bînin; xwezî ev mijar bihata çareserkirin.”