Civîna Komîsyona Dadê ya li ser pêşnûmaqanûna pêvajoya aştiyê dest pê kir

07 tebax 2026 17:19

Pêşnûmaqanûna pêvajoya aştiyê j bo gotûbêjkirin û erêkirinê bo Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat şandin. Endamên komîsyonê ji bo gotûbêja pêşnûmaqanûnê li hev civiyan.

Civîna Komîsyona Dadê ya li ser pêşnûmaqanûna pêvajoya aştiyê dest pê kir

RûpelNews - Li Tirkiyeyê pêşnûmaqanûna 12 xalî ya ku ji bo pêvajoya aştiyê hate amadekirin pêşkêşî Komîsyona Dadê ya Parlamentoya vî welatî hat şandin û endamên komîsyonê ku ji partiyên cuda yên siyasî pêk tên ji bo gotûbêjê dest bi hevdîtinêd kirin.

Pêşnûmayasa bi îmzeyên 360 parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Parlametoya Tirkiyeyê hat kirin. Komîteya Dadê ya Parlamentoyê di saet 15.30 de li hev civiya da ku li ser Pêşnûmaya Qanûnê ya Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî, ku di nav gel de wekî "pêşnûmaya çarçoveyê" tê zanîn, nîqaş bike.

Beriya civînê li derveyî deriyên salonê alozî derket. Endamên IYI Parti ên ku li derveyî deriyên salonê kom bûbûn, ji ber girtina deriyan û biçûkbûna salonê protestoyan kirin. Piştî ku alozî kêm bû, civîna li ser pêşnûmeqanûnê dest pê kirin.

Piştî ku pêşnûmeqanûn ji aliyê komîteyê ve hate pesendkirin, tê payîn ku di rojên pêş de ji bo ku bibe qanûn, ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re were şandin.