PDK: Divê destûra Kurdistanê bê nivîsandin û hilbijartin di dema xwe de bê kirin
PeyamaKurd - Serokê firaksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlementoya Kurdistanê Zana Mela Xalid ragihand, ew dixwazin hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de bên kirin û destûra Kurdistanê jî di vê xula parlamenê de were nivîsandin.
Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê Zana Mela Xalid ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku wan di civîna serokatiya parlementoyê û serokên firaksyonan de sê mijar gotûbêj kirine; Yek ji wan mijara Destûrê bû, ya din dubare aktîfkirina komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê û ya din jî qanûna hilbijartinan bû.
Zana Mela Xalid got: “Em dixwazin Destûra Kurdistanê di vê xula parlementoyê de were nivîsandin û amadekirin. Me ji bo wê jî daxwaz kiriye komîteyek were pêkanîn.”
Li ser hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî Serokê Fraksiyona PDKê got ku ew dixwazin hilbijartin di dema xwe de bê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin