Barzanî: Divê armanc bibe berjewendiyên bilind ên Kurdistanê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li hemû aliyên siyasî kir û got: "Berjewendiyên bilind ên Kurdistanê bixin ser berjewendiyên hizbî."
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî der barê mijarên li ser Bexda, rewşa siyasî ya navxwe, û dosyayên enerjî û aboriyê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Mala Kurdî û çeqbestina siyasî
Li ser asta navxwe, Mesrûr Barzanî bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku dawî li rewşa çeqbestinê bînin û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê bixin ser berjewendiyên hizbî. Tevî ku wî got heta niha ji bo civîna di navbera PDK û YNKê de demeke dawî nehatiye diyarkirin, lê tekez kir ku "serweriya yasayê bingeha serekî ye ji bo pêkanîna aramiyê di her welatekî de."
Em dixwazin pêwendiya xwe bi Bexda re baştir bikin
Serokê Hikûmetê tekez kir ku ew dixwazin têkiliyên xwe bi hikûmeta federal a li Bexdayê re baştir bikin û bi hemû aliyên siyasî re "rûpeleke nû" vekin. Barzanî eşkere kir ku xuleke nû ya danûstandinan dê heftiya bê derbarê dosyaya petrolê de dest pê bike û anî ziman ku Hewlêr dixwaze bibe alîkar û piştevanekî bihêz ji bo aboriya giştî ya Iraqê.
Derbarê dosyaya mûçeyan de, Mesrûr Barzanî diyar kir ku wî ji Serokwezîrê Federal re got; divê mûçeyên karmendan ji her nakokî û mijarên siyasî bên dûrxistin. Wî tekez kir ku "dabînkirina debara jiyana welatiyan mafekî yasayî ye û nabe bi siyasetê re were tevlihevkirin."
Piştgiriya enerjiyê û hevkariya aborî
Di pêngaveke ji bo xurtkirina hevkariya xizmetguzariyê de, Barzanî amadehiya Hewlêrê nîşan da ku nêzîkî 2000 megawatt elektrîkê bide tora niştimanî ya Iraqê û bal kişand ser serkeftina ezmûna Hewlêrê di kerta enerjiyê de. Her wiha destnîşan kir ku heftiya bê dê nîqaşên cidî derbarê sepandina sîstema "ASYCUDA" (sîstema otomasyona gumrikê) de werin kirin, ji bo zêdekirina şefafiyet û dahatan.
Rûbirûbûna hewlên lawazkirina Herêma Kurdistanê
Serokê Hikûmeta Herêmê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hebûna "hewlên berê û yên berdewam" ku armanca wan lawazkirina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê ye. Wî piştrast kir ku hikûmet di girtina rêkarên çaksaziyê de ji bo parastina mafên welatiyan û bihêzkirina kiyana destûrî ya Herêmê berdewam e.
