Mîroglu: Peyva Kurdistanê jî mîna Tirkistanê divê perwerdeyê de hebe

13 gulan 2026 11:45

Parlamenterê berê yê AK Parti Orhan Mîroglu diyar kir li Tirkiyeyê dive navê Kurdistanê wek fermî bê tomarkirin û bang li Wezîrê Perwerdehî yê Tirkiyeyê kir: "Çawa ku di bermaneya perwerdeyê de navê Tirkistanê hebe navê Kurdistanê jî hebe baş dibû."

Mîroglu: Peyva Kurdistanê jî mîna Tirkistanê divê perwerdeyê de hebe

RûpelNews - Daxuyaniya Ahmet Turk a ji RûpelNewsê re a derbarê pîrozbahiyên şampiyoniya Amedsporê de ku gotbû "Ez gelekî kêfxweş im; tîmek ji Kurdistanê derbasî Super Lîgê bûye" gelek deng veda û piştî vê nûçeyê di rojeva siyasî ya li Tirkiyeyê de bikaranîna têgeha 'Kurdistan' ji nû ve hat nîqaşkirin. 

Parlamenterê berê yê AK Parti Orhan Mîroglu li ser daxuyaniya Wezîrê Perwerdehî yê Tirkiyeyê Yusuf Tekin a ku digot di pênase û têgehên hin mijaran de di mufredatê de guhertin hatine kirin, li şûna 'Asyaya Navîn' têgeha 'Tirkistan' bi kar tînin" wiha got: "Weke Tirkistanê, navê Kurdistanê jî nabe sedema tirs û xofê."

Mîroglu li ser bikaranîna navê Kurdistanê daxwaza naskirina fermî kir û ji dîrokê çend mînak da:

"Osmaniyan pesnê xwe didan ku ew siltanên devera Kurdistanê ne û Mustafa Kemal bi Hazro Mîrî Mustafa Beg re diaxivî û meraq dikir heke ew têk biçe, gelo çiyayên Kurdistanê dê kadroyên şerê rizgarîxwaziya neteweyî biparêzin.

Bi demê re, ev serbilindî û lêgerîna piştgiriyê ji herêma Kurdistanê, cihê xwe da qedexe û înkarkirinê, û tiştek êdî wekî berê nema. Weke Tirkistan, Kurdistan jî nabe sedema tirsê.

Wext hatiye ku dev ji înkara rastiya dîrokî û erdnîgariya ku ev peyv temsîl dike berdin, wê bi awayekî fermî nas bikin, û Tirkiyeyê ji axaftinên nefretê û pevçûnên ku bi salan e berdewam dikin biparêzin."