Ji damezrînerê AK Parti bo berteka peyva Kurdistanê: Bêedebiyê ye

15 gulan 2026 09:58

Damezrînerê AK Parti û Wezîrê berê yê Perwerdehiyê Huseyin Çelik, berteka Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Oktay Saral a li hember bikaranîna gotina "tîma Kurdistanê" ji aliyê Ahmet Turk ve di pîrozbahiyên Amedsporê de, wekî "tevgereke bêedebiyê" bi nav kir.

Ji damezrînerê AK Parti bo berteka peyva Kurdistanê: Bêedebiyê ye

RûpelNews - Huseyin Çelik di axaftina xwe ya li ser İlke TV de diyar kir ku têgeha "Kurdistan" rastiyeke dîrokî û civaknasî ye û wiha got: "Cihê ku Ozbek lê dijîn jê re Ozbekistan tê gotin, cihê ku Kazak lê dijîn jê re Kazakistan tê gotin, cihê ku Azerî lê dijîn jê re Azerbaycan tê gotin. Lê cihê ku Kurd lê dijîn jê re Rojhilat û Başûrê Rojhilat tê gotin."

Çelik rexne li wê yekê girt ku bikaranîna peyva "Kurdistan" wek sûcekî tê dîtin, got, "Etîketkirina kesên ku navê Kurdistanê bi kar tînin bi navên cuda, bêdengkirina wan, û gotina 'cihê xwe bizanibin' li gorî min, kiryareke pozbilindiyê ye."

Piştî ku Amedspor derbasî Super Lîgê bû, Ahmet Turk di dema pîrozbahiyan de gotibû, "Îro tîmek ji Kurdistanê derbasî Super Lîgê bû."

Şêwirmendê Serokomar Oktay Saral jî gotibû, "Bila ew kesên ku difikirin ku bi paşguhkirina nav, ala û dewleta vî neteweyî siyasetê dikin, bizanibin ku li ser vê axê dewleteke bi navê 'Kurdistan' tune ye, û dê tu carî jî çênebe. Navê vî dewletî Komara Tirkiyeyê ye! Ne cihê kesî ye ku bi rêya futbolê cudakariyê bike. Ev netewe hezar sal in bira ne; tu gotara parçeber nikare vê yekîtiyê bişkîne. Dema hûn diaxivin, divê hûn, heddê xwe bizanibin!"