Patrick Ryder: Em ê ji bo ewlehiya hêzên xwe yên li herêmê gavên pêwîst bavêjin

12 nîsan 2024 14:34
Patrick Ryder: Em ê ji bo ewlehiya hêzên xwe yên li herêmê gavên pêwîst bavêjin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) Patrick Ryder ragihand ku ew ê ji bo parastina ewlehiya hêzên xwe yên li Iraq û herêmê tedbîrên pêwîst bigirin.

Patrick Ryder îro di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsa serdana fermandarê hêzên navendî yên DYAyê bo Îsraîlê da.

Ryder diyar kir ku serdan ji bo tehdîdên ewlehiyê yên li herêmê pêk hatiye û wiha got: "Weke her carê piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê jî em ê ji bo ewlehiya hêzên xwe yên li herêmê gavên pêwîst bavêjin."

Berdevk Ryder diyar kir ku ew ê li ser gavên ku ji bo ewlehiya hêzên xwe bavêjin bi hûrgilî nebêjin, lê ewlehiya hêzên wan her dem di ser her tiştî re ye.

Ryder got, "Têgihîştina min ew e ku ji ber geşedanên dawî, Michael Kurilla roja hevdîtinên xwe yên bi fermandarên leşkerî yên Îsraîlê re ji bo nîqaşkirina gefên ewlehiyê yên li herêmê destnîşan kiriye."