Hêzên Ewlehiya Navxweyî vegeriyan Kobanê: Ereban bertek nişan da
Vegera Hêzên Ewlehiya Navxweyî ku di nav Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê de hatine entegrekirin bo bajarokê Şêxler li Kobanê, di nava Ereb a li herêmê de bû sedema bertekan. Hat ragihandin ku di dema xwepêşandanan de, hin ciwanên Ereb ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.
RûpelNews - Li gorî agahiyên ku RûpelNews ji çavkaniyên li Kobanê bi dest xistine, Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên ku di nav Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê de hatine entegrekirin, du roj berê vegeriyan hin deverên Kobaniyê.
Piştî bicihbûna van hêzan li bajarokê Şêxler, hat ragihandin ku kesên ji komên Ereb ku di dema dagirkirina Kobaniyê de li herêmê bi cih bûbûn li hemberî vê vegerê bertekên neyînî nîşan dane.
Hat zanîn ku hin ciwanên Ereb ên beşdarî xwepêşandanan bûbûn, ji aliyê hêzên Ewlehiya Giştî ve hatine desteserkirin.
Pêvajoya entegrasyonê piştî rêkeftina HSD û Sûriyeyê
Vegera Hêzên Ewlehiya Navxweyî bo Kobaniyê di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê ya berdewam a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de pêk hat.
Rêkeftineke ku di meha Çileyê de di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatibû kirin, nexşerêyek ji bo entegrekirina pêkhateyên leşkerî û sivîl ên li Rojavayê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de destnîşan kiribû. Rêkeftinê entegrekirina pêkhateyên leşkerî, îdarî û ewlehiyê yên HSDyê di nav Wezaretên Berevanî û Navxweyî yên Sûriyeyê de li ber çavan digirt.
Di demekê de ku danûstandin û verastkirinên meydanî yên têkildarî pêvajoyê berdewam bûn, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî sê roj berê ragihand ku pêvajoya entegrasyonê bi dawî bûye.
