Hêzên Esad, li herêmên erdhejê didin!
PeyamaKurd- Piştî erdhejên ku li bajarên bakurê Kurdistanê û herêmên Rojava û Suriyeyê bûn sedema xisarên mezin, gelek ziyanên canî çêbûn, hat zanîn ku hêzên Esad tevî vê yekê hîn jî li hin herêmên erdhejê didin.
Hat ragihandin ku li Îdlib û derdora wê ku di erdhejê de nêzî 2 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan, xebatên rejima Esad dewam dikin. Hat zanîn ku hêzên Rêjîma Esad bi piştevaniya Rusya û Îranê îro bombebaran li ser û derdora deverên sivîl ên di bin destê opozisyonê de pêk hanîn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, gundên Duveyr el Ekrad û Sirmaniye yên li bejahiya Hemayê û gundê Mare yê gundewarên Helebê bûn hedefa bombardûmanên bejahî.
Hat zanîn ku ditirsin ku bombardûmanên rejîmê, li ser herêmê çalakiyên mirovî li navçeyên erdhejlêdayî têk bibin.
Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku heta niha tu alîkariyên mirovî negihiştine herêmên di bin kontrola opozîsyonê de û qeyraneke mirovî ya mezin peyda bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin