Mesrûr Barzanî û El-Sabah li ser ewlehiya herêmê axivîn

07 adar 2026 19:24

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Kuweytê Şêx Ehmed Abdullah El-Ehmed El-Sebah di telefonê de li ser zêdebûna gergînîyên herêmî nîqaş kirin û tekez li ser girîngiya hevkariya ji bo parastina aramî û aştiyê kirin.

 Mesrûr Barzanî û El-Sabah li ser ewlehiya herêmê axivîn

RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di telefonê de bi Serokwezîrê Kuweytê Şêx Ehmed Abdullah El-Ehmed El-Sebah re li ser zêdebûna alozên herêmê gotûbêj kir.
Di peywendiyê de fikarên ku ji ber şer û nestabîlîya herêmê çêdibin hatin xistin ziman. Her du serkirde tekez kirin ku zêdebûna tensiyonê dikare bandorek neyînî li ser ewlehî û aramiya gelên herêmê bike.

"Pêwîst e hevkarî zêde bibe"

Mesrûr Barzanî di hesabê xwe yê Xê de ragihand ku ji bo kêmkirina tensiyonê û parastina aramî û aştiya herêmê, pêwîst e hevkarî zêde bibe. 

Barzanî: Pirsgirêk divê bi rêya diplomasiya bê çareserkirin

Mesrûr Barzanî tekez kir ku pirsgirêkên herêmê divê bi rêya diyalog û diplomasiya bêne çareserkirin. Wî diyar kir ku Herêma Kurdistanê her tim piştgirî dida aramîya herêmî û amade ye piştgirî bide pêngavên aştiyane.