Pasinyan: Em ê bi Azerbeycanê re peymana astiyê bikin

24 adar 2023 04:01
Pasinyan: Em ê bi Azerbeycanê re peymana astiyê bikin

PeyamaKurd – serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wê bi Azerbeycanê re peymana aştiyê bikin. Paşinyan weha got:

“Wê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de peymana aştiyê bibe û wê li ser bingeha asta herî bilind ya daxwuyaniyên fermî de be. Wê rageşiyekî nûh çênebe. Divê civaka navdewletî vê gotina me bi xwurtî destek bike.”