'Peymana bi Şamê re hilweşe, dê heta dawiyê şer bikin'

24 sibat 2026 15:02

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand, heger peymana wan a bi hikûmeta Sûriyeyê re hileweşe, ew dê heta dawiyê şer bikin.

Mezlûm Ebdî: Peymana bi Şamê re hilweşe, dê heta dawiyê şer bikin

RûpelNews - Mezlûm Ebdî di bernameya “News Hour”ê ya kanala PBSê ya Amerîkayê de (hefteya borî li Almanyayê hatibû tomarkirin û nû hatiye belavkirin) behsa rûdanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, peymana bi Şamê re, gefên DAIŞê û rola Amerîkayê kir.

Mezlûm Ebdî li ser wê peymana ku wan dawiya meha Kanûna Paşîn bi hikûmeta Sûriyeyê re kiribû ragihand:

"Ev peyman di van şert û mercên niha de encama herî guncav bû. Em nabêjin ku ji bo kurdan peymana herî baş bû lê ji bo garantîkirina agirbestê, çespandina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên me yên bi rêya diyalogê, qebûlkirina peymanê bû vebijêrkek."

Otonomî û rêveberiya xwecihî

Mezlûm Ebdî di bersiva pirsekê de ku gelo rêveberiya xwecihî cihê otonomiyê girtiye got:

"Em otonomiyê dixwazin lê ji ber rewşa niha, mercê hikûmeta Şamê ji bo qebûlkirina me tenê birêveberiya xwecihî ye da ku kurd karibin herêmên xwe bi rê ve bibin û nasnameya kurdan biparêzin."

Wî her wiha daxuyand ku eger peyman were betalkirin, ne pêkan e ku ew dev ji herêmên xwe berdin û dê heta dawiyê şer bikin.

Metirsiya DAIŞê û vekişîna Amerîkayê

Fermandarê Giştî yê HSDê derbarê jinûveserîhildana DAIŞê de hişyarî da û diyar kir:

"DAIŞ hê jî gelekî bihêz e û hêdî hêdî destê wê gihiştiye bajarên herî mezin ên Sûriyeyê. Eger şerê li dijî DAIŞê bi tundî nedome, ew rêxistin dê careke din bibe gefeke li ser cîhanê."

Mezlûm Ebdî dilgiraniya xwe ya li ser vekişîna hêzên Amerîkayê anî zimên û ev yek wekî "ramaneke baş" nedît.

Wî da zanîn ku vekişîna di vê dema hestyar de dê astengiyên mezin çêbike, bi taybetî jî di "şerê li dijî terorê" de.

Mezlûm Ebdî rexne li bêdengiya Washingtonê ya di dema êrişên li ser herêmên wan de û got:

"Dema ku êrişeke mezin hat ser herêmên me û gelek kesên me hatin kuştin, helwesta Amerîkayê ew qasî ne xurt bû ku êrişê bide rawestandin. Loma ji ber vê helwestê, bêhêvîbûneke berbelav di nav gelê me de heye."

"Du nasnameyên min hene"

Mezlûm Ebdî behsa nasnameya xwe kir û got:

"Du nasnameyên min hene, sûriyeyîbûn û kurdbûn, di bingehê de ez kurd im û ez bi her duyan jî serbilind im.

Em dixwazin Sûriye were avakirin lê di heman demê de em dixwazin herêmên kurdan jî bi pêş bikevin û zindî bibin, her wiha kurd xwedî roleke sereke bin di nav welêt de."