Îlham Ehmed: Emê bi NY re peymanan îmze bikin
PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê zanîn, Ilham Ehmed ragihand ku helwesta hikûmeta Şamê ya ku neguheriye û destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li ser Sûriyê sedema berdewama aloziyan e.
Îlham Ehmed di hevpeyvîneke ligel medya PKKê de gotiye, wê herêmên Xweseriya Demokratîk li Sûriyê bibin navendên demokrasiyê yên hevpar ên Sûriyê û divê cîhan û bi taybet Rûsya destekê bide projeya Rêveberiya Xweser.
Ilham Ehmed dibêje; “Fikirê hikûmeta Şamê nehatiye guhertin û ji guherîn û nûbûnan ditirse, ev jî ji sedemên kûrbûna aloziyê ne. Destwerdana dewleta Tirk li aloziya Sûriyê û parçekirina gelên wê jî sedemeke sereke ya vê aloziyê bû. Yek sedema berdewama krîzê jî tevlî nekirina nûnerên 5 milyon Sûrî ji bo komîteya Destûra nû ya Sûr ye.”
Ehmed diyar kiriye ku çareseriya krîza Sûriyê ‘tenê rêyek xwe heye, ew jî xeta Netewa Demokratîk a Sûriye’ ye û dide xuyakirin, ‘divê cîhan erka xwe bi cih bîne û destekê bide vê projeyê û di serî de jî Rûsya.’
Ilham Ehmed di beşeke din a hevpeyvînê de balê dikişîne ser alîkariyên mirovî bo herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser û dibêje, di dema pêş de dibe raya giştî ya navneteweyî û NY bi Rêveberiya Xweser re peymanan îmze bikin.
Ehmed gotiye, “Di sala nû de, ji armancên me yên herî bingehîn, bidawîkirina dagirkeriyê û têkoşîna xweparastinê li cîhanê dane bihîstin in. Wê herêmên Xweseriya Demokratîk bibin navendên demokrasiyê yên hevpar ên Sûriyê. Danûstandinên bi muxalefeta Sûriyê û xebatên hevpar bi hemû aliyên çareseriyê re, projeya me ya hevpar e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin