Parlementoya Kurdistanê namzedên bo serokatiyê ragihand

21 gulan 2019 03:37
Parlementoya Kurdistanê namzedên bo serokatiyê ragihand

PeyamaKurd- Parlementoya Kurdistanê navên ku bo serokatiya Kurdistanê namzetiya xwe danîne aşkera kir. Li gor dîwana serokatiya parlementoyê 5 kes xwe namzed nîşan dane. Navên namzedan weha ye:

1-Nêçîrvan Îdrîs Barzanî

2-Ûmed Abdûlselam Qadir

3-Muhammed Heme Salih Umer

4-Rebwar Aziz Mustafa

5-Hîwa Abdullah Xidir

Li gor qanûna Kurdistanê, di dema dengdanê de dê ti kes ji namzedan li parlementoyê nemîne.

Qanûna hilbijartina bo serokê Kurdistanê di 8 ê gulanê de pêşniyarê parlementoya Kurdistanê hatibû kirin û parlemento qanûnê tesdîq kiribû. Li gor qanûn wê serokê Kurdistanê bi piraniya dengan bê hilbijartin. Bo wê jî ji 111 dengên parlementoyê 56 deng bo bijartina serokomar bese. Piştî hilbijartina serokê Kurdistanê wê bo avakirina hukumetê serokkomar wezîfê bide yekî da di nav 1 mehê de hukumet bê avakirin.