Parlamentarê Suryan: Iraqê bi sûrên ser, Kurdistanê bi çiqlên zeytûnê yê astiyê pêswazî li Papa kir
PeyamaKurd - Seroka encûmena gelê Kildan-Suryanî û Aşûrî li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, cudayiya pêşwaziya Papayê Vatîkanê li Iraqê bi şûrên şer û li Kurdistanê bi çiqên zeytûna aştiyê û tê de diyar dibe cudayiya çanda navbera Kurdistan a pêkvejiyan û Iraqa wêran.
Seroka encûmena gelê Kildan-Suryanî û Aşûrî li Parlamentoya Kurdistanê Kilara Udîşo got: ‘’Cara yekeme di dîroka Mesîhiyetê de ku bêhtirî du hezar salane Papa serdana herêma Kurdistanê û Iraqê dike, serdana wî bo herêma Kurdistanê teqeziye li ser hemû cure pêkvejiyana li herêma Kurdistanê û ev serdana bûye cihê gengeşê li ser asta hemû ragihandina cîhanê jî.’’
Kilara Udîşo da zanîn: ‘’Me wek nûnerên Xirîstiyanan bo hemû cîhanê teqez kir ku çawa Kurdistan Xirîstiyanan diparêze û çawa Pêşmerge di xema parastina birayên xwe yên Xirîstiyan de qurbanî dane û Papa jî li ser vê çendê agahdar e. Lewma serdana herêma Kurdistanê dike û ew baş dizane ku çawa Kurdistan dergûşa pêkvejiyanê ye û çawa Kurdistanê deriyên xwe bo hemû koçber û awareyên Xirîstiyan vekirine.’’
Kilara Udîşo got: ‘’Bêhtiriya Xirîstiyanên berî niha li deşta Nînowa bûn, lê niha bi awayekî giştî Xirîstiyan li Iraqê nemane û hemû Xirîstiyan hatine herêma Kurdistanê jiyana xwe dikin û hinek jî çûne derveyî welat.’’

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin