Parlamentarê Kurd ji bo kolberan daxwaz ji Serokomar Piziskîyan kir

08 tebax 2024 19:18
Parlamentarê Kurd ji bo kolberan daxwaz ji Serokomar Piziskîyan kir

PeyamaKurd – Parlamenterê kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ku nûnerê bajarên Merîwan û Serûawa ya parêzgeha Sine ye li Parlamentoya Îranê, Omîd Kerîmiyan di civîna Koma Sûniyan de ji Mesûd Pizîşkiyan daxwaza çareserkirina pirsa Kolberan a li Rojhilatê Kurdistanê kir.

Omîd Kerîmiyan ji Pizîşkiyan re got, “Pirsa kolberiyê divê bi rêya vekirî-hiştina berdewam a derî û bazarên sînorî û çavdêriya berpirsan bê çareserkirin”.

Omîd Kerîmiyan di civînê ji Mesûd Pizîşkiyan re diyar kir, “Em daxwaza rawestandina tûndûtîjiya li hemberî kolberan dikin û pêwîst e li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê tedbîrên cidî ji bo çareseriya pirsa kolberiyê werin standin.”

Herwiha Nûnerê Merîwan û Serûawayê got: “Parêzgeha Sineyê û bi taybetî bajarên Merîwan û Serûawayê, bi rêjeya bilind a bêkarî û kêmiya xizmetguzariyan re rû bi rû ye û di rewşek xirab re derbas dibe, her wisa ew pirsgirêk wek sedemên koça ciwanan dazanîn”.