6 daxwazên Meclîsa Platforma Neteweyî ya Kurd 

30 nîsan 2026 10:53

Di daxuyaniyekê de ku piştî konferansa xwe ya yekem a li Amedê hat weşandin, Platforma Neteweyî ya Kurd tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya neteweyî kir û daxwazên xwe yên derbarê mafên siyasî, çandî û demokratîk ên kurdan de eşkere kirin.

6 daxwazên Meclîsa Platforma Neteweyî ya Kurd 

RûpelNews - Platforma Neteweyî ya Kurd ragihand ku pêvajoya avakirinê, ya ku li pey banga meha Sibatê ya 2026an dest pê kiribû, bi konferansa yekem a ku di 28-29ê Adarê de li Amedê hat lidarxistin, gihîştiye qonaxeke sazûmanî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku konferans, ku 225 delege ji derdorên siyasî yên cuda beşdar bûn, tevî tedbîrên ewlehiyê yên cihêreng jî bi serkeftî bi dawî bû.

51 endamên Meclîsa Platforma Neteweyî ya Kurd hene

Hat ragihandin ku di dema konferansê de, derbarê rewşa siyasî û civakî ya welêt de nirxandin hatine kirin û hatiye biryardan ku çareseriyên pêşniyarkirî bên tomarkirin û pêşkêşî Meclîsa Platformaya Neteweyî ya Kurd a 51-endamî bên kirin.

Nirxandinên geşedanên herêmî

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku piştgirî ji bo têkoşîna li dijî Îranê li Rojhilat tê dayîn û êrîşên hêmanên alîgirê Îranê yên li ser armancên sivîl û sazûmanî şermezar kir. Bi heman awayî, her çend piştgirî ji bo têkoşîna kurdan a ji bo mafên wan li Rojava hat nîşandan jî, êrîşên rejîma heyî ya li Rojava jî hatin rexnekirin.

"Krîza nûnertiyê" û banga yekîtiyê

Platformê anî ziman ku demek e li Bakur "krîzeke nûnertiya siyasî" didome û tekezî li ser pêwîstiya yekbûna hêzên siyasî yên cuda yên kurdî di bin platformeke hevpar de kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, di şert û mercên heyî de, dê ne bes be ku derdorên siyasî yên cuda bi awayekî cuda tevbigerin.

Di vê çarçoveyê de, hate destnîşankirin ku destûr hatiye dayîn ku li ser "modelên yekîtiyê" bi sazûman û însiyatîfên siyasî yên kurd ên cihêreng re xebat were kirin û ku hevbendiyeke berfireh wekî pêşîneyeke stratejîk hatiye diyarkirin.

Daxwazên sereke hatin rêzkirin

Di daxuyaniya platformê de, daxwazên wekî perwerdehiya bi zimanê zikmanî, naskirina statuya fermî ji zimanê kurdî re, vegerandina navên cihan, berfirehkirina azadiya derbirîn û komcivînê, eşkerekirina cihên gorên kesayetiyên dîrokî, û vegerandina çavkaniyan bo kontrola herêmî wiha hatin anîn ziman: 
1- Qebûlkirina mafê perwerdehiyê bi zimanê zikmakî û pejirandina kurdî wek zimanekî fermî yê bi statuya giştî
2- Vegerandina navên cihan ên ku hatine guhertin an qedexekirin, bi taybetî navê 'Kurdistan',
3- Rakirina astengiyên li pêşiya azadiya raman û komcivînê,
4- Eşkerekirina cihên gorên kesayetiyên dîrokî yên kurd û vegerandina rûmeta wan,
5- Veguhestina çavkaniyan bo xizmeta neteweya me, 
6- Qebûlkirina daxwazên ji bo statuya siyasî di çarçoveya mafê çarenûsiyê yê gelan de"

Li dîasporayê jî dê platform were avakirin

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku plan hene ji bo avakirina platformeke bi heman rengî di nav dîasporaya kurdî de û ku serdema bê dê bibe serdemeke organîzasyon û sazûmanîbûnê. Platformê bang li beşên cuda yên civaka kurdî kir ji bo hevgirtin û beşdariyê.