‘Platforma Neteweyî ya Kurd’ derdikeve qada siyasî

24 sibat 2026 19:20

Platforma Neteweyî ya Kurd ‘Belgenameya Helwesta Siyasî’ û rêbaza xwe ya damezirandinê bi raya giştî re parve kir.

‘Platforma Neteweyî ya Kurd’ derdikeve qada siyasî

RûpelNews - Platformê ragihand ku di pirsgirêka kurd de rêyekê ku tundûtûjiyê red dike û li ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe û hiqûqa navneteweyî ava bûye dê bişopîne.

‘Divê netewa kurd biryara çarenûsa xwe bide’

Di nivîsa pêşnûmeya ku ji aliyê endamê komîsyona amadekariyê Baha Mutlu ve li ser torên medyaya civakî hat parvekirin de, bi referansa Peymana Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî, hate diyarkirin ku mafê netewa kurd yê diyarkirina çarenûsa xwe bingehê sereke ye.

Modeleke nû ya rêveberiyê

Platformê da radıhandin ku dê li şûna rêbazeke bi serokekî tenê, modela rêveberiya kolektîf qebûl kiriye. Li gorî vê modelê, civata giştî salê carekê dê civîne; di meclîsa ku ji 40 endaman pêk bê de dê ji bo jinan û ciwanan cihê taybet hebe. Ji nav 11 endamên cncûmena rêvebir de dê berdevkek were hilbijartin ku herî zêde salekê kar bike.

Dê girîngiyê bi dîplomasiyê bidin

Di belgeyê de daxwazên wek statûya bi destûrê hatî garantîkirin, perwerdehiya bi zimanê dayikê, vegerandina navên cihên niştecihbûnê û iade-i itibara kesayetiyên dîrokî yên kurd hatine rêz kirin. Herwiha ji bo armanca diplomasiya navneteweyî, avakirina ‘heyeta nûneriya neteweyî’ jî tê plankirin.

Tê çaverêkirin ku Platform, bi konferansa ku di meha Adarê de dê pêk were, bi fermî dest bi çalakiyên xwe bike. Li Amedê di 28-29ê Adarê de dê  ‘Platforma Neteweyî ya Kurd’ konferansa xwe ya damezirandinê pêk bîne.