Li Platformaya Neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîb' hate xwendin
Di civîna Platforma Netewî ya Kurd de Ala Rengîn hat daliqandin û Sirûda Netewî ya kurd ‘Ey Reqîb’ hate xwendin.
RûpelNews - Parêzer Sabahatîn Korkmaz diyar kir ku polîsan ji beriya civînê hatibûn otêlê û bi rêveberiya otêlê re axivîbûn ku tu al neyên daliqandin.
Korkmaz tekez kir ku ji bo ala Kurdistanê gelek berdîlên giran hatine dayîn û anî ziman ku divê her welatparêz nirxên neteweyî biparêze.
Piştre, Sirûda Neteweyî ya Kurdî, 'Ey Reqîb', hate xwendin. Her wiha hat ragihandin ku 'Koma Cudi' ya ji 25 kesan pêk dihat, vê sibehê hatibû binçavkirin û piştre hatin berdan.
Civîn bi pêşkêşkirina gotaran berdewam dike.
