Papa Francis, peyama sersaxiyê arasteyî erdhejzedeyan kir

07 sibat 2023 19:00
Papa Francis, peyama sersaxiyê arasteyî erdhejzedeyan kir

PeyamaKurd- Rêberê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Francisco, ji ber erdhejên ku li navenda Mereşê çêbûn û bûn sedema ziyanên canî û malî, ji bo Tirkiyeyê peyama sersaxiyê şand.

Di daxuyaniya nivîskî ya Vatîkanê de hat destnîşankirin ku Papa di peyama ku şandiye de li ser erdhejên ku li bajarên bakurê Kurdistanê bûn sedema zirarên mezin, nêzîkatiya xwe ya manewî hanî zimên û ji bo malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re peyama sersaxiyê araste kir.

Hat ragihandin ku Papa, ji personelên hawarçûnê yên ku di xebatên rizgarkirinê yên ku berdewam dikin de jî serkeftinê xwest.

Li gorî agahiyên dawî yên fermî, di encama erdehejên ku li Mereşê çêbûn û bandora xwe li 10 bajarên bakur kir de heta niha 20 hezar û 534 kes birîndar bûne û 3 hezar û 419 kesan can daye. Her wiha hat diyarkirin ku 5 hezar û 775 avahî jî hilweşiyane.