PAK: Bi drone êrîş li baregehên me hatin kirin

27 tîrmeh 2026 16:33

Partiya Azadiya Kurdistanê ragihand ku du navendên wan yên li Hewlêrê bi 4 drone ve hatine hedefgirtin. Hat ragihandin ku di êrîşê de tu tişt bi tu kesî nehat.

PAK: Bi drone êrîş li baregehên me hatin kirin

RûpelNews - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku bi çar firokeyên bêmirov (dron) êrîş birine ser baregeha wan a Çemşar a Hêzên Parastina Neteweyî ya Kurdistanê li herêma Koyê ya Hewlêrê, û navendeke girêdayî yekîneya îstixbarat û ewlehiyê ya partiyê.

Hat ragihandin ku du dronan baregeha Çemşarê ya li nêzî Dareşekranê kirine armanc, dema ku her duyên din jî baregeha Pakşarê ya li nêzî Degelê kirine hedef.

Kîjan hêz ev êrîş pêk aniye li ser vê yekê ti daxuyanî nehat dayîn, û heta niha ti welat an jî komekê berpirsiyariya êrîşê li ser xwe negirt.

Di êrîşê de ku tu kes jiyana xwe ji dest neda tenê zirarên maddî çêbûn.