Bi 3 drone êrîş li Dihokê hatin kirin: Li hewayê hatin teqandin

28 adar 2026 16:41

Bi 3 drone êrîş li parêzgeha Duhokê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin. Di êrîşê de tu tişt bi tu kesî nehat. Her sê drone jî di hewayê de hatin teqandin.

Bi 3 drone êrîş li Dihokê hatin kirin: Li hewayê hatin teqandin

RûpelNews - Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê bandora xwe didomîne. Di vî şerî de ku ev meheke berdewam dike komên çekdar ên girêdayî Îranê gelek êrîşên bi dron û moşekan li ser Herêma Kurdistanê pêk anîn.

Bi 3 drone êrîş hat kirin

Êrîşa herî dawî li parêzgeha Dihokê hat kirin. Çavkaniyên ku ji RûpelNews re axivîn diyar kirin ku komên milîs ên girêdayî Heşdî Şabî ya  ku Îran li pişt wan e, ji Iraqê, 3 drone avêtin Dihokê.

Her 3 drone li hewayê hatin teqandin

Du ji dronan li herêmeke nêzîkî derdora bajarê Dihokê ketin, lê ya sêyemîn jî li gundekî navçeya Akrê ket. Hat ragihandin ku her sê drone jî berî ku bigihîjin erdê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li hewayê hatin têkbirin.

Di êrîşê de tu tişt bi tu kesî nehat. Hêzên ewlehiyê lêpirsîna xwe ya li ser bûyerê didomînin.

Di 24ê Adarê de ji Îranê bi mûşekan êrîş li Hêzên Pêşmergeyên li Soranê hatibûn kirin û di encama erîşê de 6 Pêşmerge şehîd bûn, 30 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Di nav meheke dawî de di vî şerî de bi qasî 500 paran bi drone û mûşekan êrîş li Kurdistanê hatin kirin.

Rayedarên Kurdistanê radigihînin ku ew ji bo tu welatan gef nîn in û alîgirê vî şerî û tu alî nîn in.