Kuweyt: Di 24 saetên dawî de 17 moşekên balîstîk û 13 êrîşên drone hatin kirin
Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku di 24 saetên dawî de welat bi 17 mûşekên balîstîk û 13 droneyan hatiye êrîşkirin.
RûpelNews - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Albay Suud el-Atvanbi daxuyaniyek nivîskî hûrguliyên êrîşên ku ji hêla Îranê ve di 24 saetên dawî de hatine kirin parve kir.
Li gorî daxuyaniyê, 13 ji 17 mûşekên balîstîk ên ku hatine tespîtkirin ji hêla pergalên parastina hewayî ve hatine bêbandorkirin.
Hat ragihandin ku perçeyên mûşekên ku ketine li hin deveran zirara maddî çêkirine, hin xanî zirar dîtine, û hin xetên elektrîkê demkî ji xizmetê derketine. Tu qurbanî nehatine ragihandin, û çar mûşek li deverên ku gefê çênakin ketine.
Her wiha wezaretê ragihand ku Kuweyt rastî 13 êrîşên drone hatiye. Deh ji van droneyan ji hêla pergalên parastina hewayî ve hatine bêbandorkirin, sê yên mayî jî li deverên bêmirov ketine.
