Şerê Îran di 18emîn rojê de ye: Di 24 saetên dawî de çi qewimî?

17 adar 2026 09:39

Şer û pevçûnên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de dikeve roja xwe ya 18an, daxuyaniyên dîplomatîk, êrîşên dualî û geşedanên derbarê krîza enerjiyê de di nava geşedanên gerim de cihê xwe digirin.

Şerê Îran di 18emîn rojê de ye: Di 24 saetên dawî de çi qewimî?

RûpelNews - Şerê Îran, Amerîka û îsraîlê berdewam dike. Di 24 saetên borî de daxuyaniyên dîplomatîk, êrîşên dualî û geşedanên ku bandorê li bazarên enerjiyê dikin, bûn rojeva sereke. Digel ku alozî li herêmê berdewam dikin, hejmara qurbaniyên şer û bandora aborî ya şer jî ji nêz ve tên şopandin.

Pezeşkiyan: Ji bo rawestandina êrîşan garantî pêwîst in

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, bi îşaretkirina li hevdîtina xwe ya telefonî ya bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re, diyar kir ku ne Îranê şer daye destpêkirin. Pezeşkiyan destnîşan kir ku bêyî garantiyên ku êrîşên li dijî Îranê dubare nebin, gotûbêja li ser rawestandina şer bêwate ye.

Trump: Dikarim di demeke nêz de şerî bi dawî bikim

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, di vê navberê de, îdia kir ku kapasîteyên leşkerî yên Îranê bi giranî zerar dîtin. Trump diyar kir ku şer dikare di demek nêzîk de bi dawî bibe, û lê zêde kir ku dawîlêhatina şer dê "cîhanê bike cihekî ewletir".
Trump her wiha bang li hin welatan kir ku di derbarê Tengava Hurmuzê de, ku ji bo çûnehatina enerjiyê xwedî girîngiyeke krîtîk e, divê piştgiriya leşkerî bidin DYAyê.

Îran: Tengava Hurmûzê ji çûnûhatinê re vekirî ye

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî ragihand ku Tengava Hurmûzê ji çûnûhatina deryayî ya giştî re vekirî dimîne, lê li hember welatên ku êrîşî Îranê bikin helwesteke cuda dê were girtin.
Hat ragihandin ku di vê pêvajoyê de hin welatên Ewrûpayê tevlî banga DYAyê ya ji bo operasyonên leşkerî li kendavê nebûn.

Di pevçûnan de hejmara qurbaniyan zêde dibe

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Amerîkayê, nêzîkî 200 leşkerên Amerîkî birîndar bûne û herî kêm 13 jî hatine kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku ji 28ê Sibatê ve li herêmê zêdetirî 3 hezar kes hatine kuştin. Li gorî ajansê, ji van qurbaniyan hezar û 351 sivîl û hezar û 126 personelên leşkerî bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lûbnan jî, di heman demê de, ragihand ku li welêt 886 kesan jiyana xwe ji dest daye, di nav wan de 67 jin û 111 zarok hene.

Êrîşên li seranserê sînorê Kendav û Îsraîlê

Hat ragihandin ku piştî êrîşeke dronê li ser binkeyeke hilberîna petrolê yên Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, şewatek derket.
Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku 13 ji 14 mûşekên balîstîk ên ku ji Îranê hatibûn avêtin, ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine astengkirin.
Pasdarên Îranê piştrast kirin ku Îsraîl û Bingeha Hewayî ya El Udeid a li Dohayê hatine armanckirin. Li dû van geşedanan, li navenda Îsraîlê zengilê hişyarkiinê lê dan.

Li Lubnanê pevçûn berdewam dikin

Hatiye ragihandin ku artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yên bejayî li başûrê Lubnanê berfireh kiriye. Çapemeniya Lubnanî ragihandiye ku li navçeya Dahiye êrîşên hewayî yên dijwar pêk hatines.
Di heman demê de, Hizbulahê ragihandiye ku pozîsyonên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê bi êrîşên mûşekî hatine armanckirin.

Bihayê petrolê zêde bilind bû

Şer, herwiha di bazarên enerjiyê de dibe sedema guherînên tund. Li gorî daneyên S&P Global Platts, bihayê petrola xam a Dubaiyê ji 153 dolarî ji bo her bermîlekê derbas bûye û gihîştiye asta herî bilind ya heta niha.
Astengiyên di şandina barhilgirtinan re di Tengava Hurmuzê de, di dabînkirina petrolê ya cîhanî de nediyariyeke girîng çêdikin.