Êrîş li baregehên Pêşmergeyan hatin kirin: 3 Pêşmerge birîndar bûn

18 adar 2026 17:07

Li Hewlêr û Silêmanî bi dronan êrîş li baregehên Pêşmergeyan hatin kirin. Di êrîşan de 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Êrîş li baregehên Pêşmergeyan hatin kirin: 3 Pêşmerge birîndar bûn

RûpelNews - Wezareta Pêşmergeyê ragihand ku bi dronan li Hewlêr û Silêmanî êrîşên li pey hev li 2 baregehên Pêşmergeyan hatin kirin. Di encama êrîşan de 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Wezaretê der barê êrîşan de daxuyaniyekê belav kir û van êrîşan wek ‘çalakiyên terorî’ bi nav kir û bi tundî şermezar kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, beriya niha jî çendîn caran baregehên Hêzên Pêşmergeyan hatine bombebarankirin. Hat amaje kirin Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji vê yekê hatiye agahdar kirin û bi awayeke tund êrîşbang li Bexdayê hat kirin li erka xwe yasayî rabe û peşî li tundiyê bigire.