Otomobîla malbatekê kete kanala avdaniyê: Cenazeyê 4 zarokan hat derxistin

07 gulan 2023 15:25
Otomobîla malbatekê kete kanala avdaniyê: Cenazeyê 4 zarokan hat derxistin

PeyamaKurd - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê îro 7ê Gulanê danê sibehê otomobîleke ku 5 jê zarok 6 kes tê de bûn, li nêzîkî Taxa Ulubag a navçeya navendî ya Xelîliyeyê kete nav kanala avdaniyê. Hat ragihandin ku cenazeyên 4 zarokan hatine derxistin.

Li gorî zanyariyan ajokarê otomobîlê xwe rizgar kiriye û piştî xebatan termên 4 zarokan hatine dîtin.

Di otomobîlê de hevjîna ajokar Ozlem (31) û zarokên wan Asmîn (11), Aysun (9), Ecem (5), Îbrahîm (4) û Mislim (1) Çetîn hebûn û otomobîl bi vîncê ji kanala avê hate derxistin.

Tîmên rizgarkirinê lêgerîna bo dayik û zarokekê dewam dikin û ajokar Hasan Çetîn jî rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan.