Di vegera cenazeyî de qeza kirin: Ji malbatekê 4 kes mirin

09 îlon 2026 15:21

Li Rihayê, otomobîla ku ji aliyê Levent Çerçi ve dihat ajotin û ji merasîma cenazeyê xesûya xwe vedigeriya, li pişta kamyoneke ku li pêşiya wî diçû xist. Di qezayê de, Çerçi, jina wî û her du zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, du keçên ciwan ên 16 û 17 salî jî birîndar bûn.

Di vegera cenazeyî de qeza kirin: Ji malbatekê 4 kes mirin

RûpelNews - Li navçeya Hewengê ya Rihayê, otomobîla ku ji merasîma cenazeyî vedigeriya, li paşiya kamyonekê xist, çar endamên heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û du kesên din jî birîndar bûn.

Qeza derdora saet 11.00ê sibehê li taxek gundewarî ya ya navçeya Hewengê qewimî.

Otomobîla, bi plaqeya 27 PY 283 Levent Çerçi (41) diajot ku ji merasîma cenazeyê xesûya xwe vedigeriya, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn li paşiya kamyoneke bi plaqeya 63 ALA 126 da.

Di encama lêdanê de, kesên di otomobîlê de asê man. Ajokarên ku bûyer dîtibûn rewş ji rayedaran re ragihandin, di heman demê de rêwiyên derbasbûyî alîkariya yekem dan birîndaran.

Dayik û bav û du zarokan jiyana xwe ji dest dan

Hat piştrastkirin ku ajokar, Levent Çerçi, li cihê bûyerê miriye.

Hevjîna wî, Fatma Çerçi (36) û zarokên wan, Buşra Çerçi (12) û Mustafa Çerçi (15), ên ku ji otomobîlê hatin derxistin û bi otomobîlên taybet birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewengê Mehmet Enver Yildirim, tevî hewildanên bijîjkan nekarîn bên rizgarkirin.

Tedawiya du keçên ciwan berdewam dike

Hat ragihandin ku Fatma Ozel (16) û Ayşegul Çerçi (17), yên ku di qezayê de birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê tedawiya wan didome û rewşa wan a tenduristiyê ji nêz ve tê şopandin.

Cenazeyên çar kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo otopsiyê bo morga nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Ji bo destnîşankirina sedema qezayê lêpirsînek hatiye destpêkirin. (DHA)