Vegera malbatên kurdî bo Serêkaniyê bi êrîşan hat qutkirin: Berhem Salih û Ehmed Şera li ser mijarê gotûbêj kirin

11 tebax 2026 11:06

Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Penaberan û Serokomarê berê yê Iraqê Berhem Salih, li Şam a paytexta Sûriyê, bi Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera re civiya da ku rewşa Sûriyên ku vedigerin welatê xwe û vegera bi milyonan kesên koçber gotûbêj bike. Di heman rojê de, malbatên kurd ên ku piştî heft salan hewl didan vegerin Serêkaniyê, rastî êrîşê hatin û neçar man ku careke din ji bajêr derkevin.

Vegera malbatên kurdî bo Serêkaniyê bi êrîşan hat qutkirin: Berhem Salih û Ehmed Şera li ser mijarê gotûbêj kirin

RûpelNews - Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Penaberan (UNHCR) û Serokomarê berê Berhem Salih,  yê Iraqê, li Şamê bi Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera hevdîtin kir.

Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, Salih destnîşan kir ku di hevdîtinê de zêdebûna hejmara Sûriyên ku vedigerin welatê xwe, û herwiha rewşa bi milyonan kesên ku hîn jî koçber in, hatine gotûbêjkirin.

Salih, girîngiya pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji bo ku mirov karibin jiyana xwe li herêmên ku bi salan ji ber pevçûn û şer wêran bûne ji nû ve ava bikin, destnîşan kir û diyar kir ku jinûveavakirin Sûriyê jî di nav mijarên ku di civînê de hatine gotûbêjkirin de bû.

Banga Salih ji civaka navneteweyî re

Salih, girîngiya nêzîkatiyeke berfireh û aştiyane ji bo paşeroja Sûriyê tekez kir û diyar kir, "Sûriyeke berfireh û aştiyane kevirê bingehîn ê başbûna mayînde ya li welêt e."

Salih destnîşan kir ku gelê Sûriyê xwedî vîneke xurt e ji bo ji nû ve avakirina welatê xwe û her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku li gel vîna gelê Sûriyê bisekine û bi rêya piştgiriya berdewam, veberhênan û hevgirtinê beşdarî ji nû ve avakirina welêt bibe.

Koçberên Serê Kaniyê rastî êrişê hatin: Ji bajêr derketin

Karwanê yekem ê koçberên Serê Kaniyê piştî 7 salan vegeriya warê xwe lê rastî êrişa erebên hawirde û çekdaran hat.

Ji bo ku pevçûn mezin nebe, malbatên Kurd careke din ji bajêr derketin.
Li Heseke û Qamişloyê xelkê li dijî van êrişan xwenîşandan kir.

Duh saet 07.00an yekem karwanê koçberên Serê Kaniyê ji gundê Tiwênayê yê Hesekeyê bi rê ket û gihîşt bajêr.

Ev welatî ji sala 2019an ve koçber bûbûn û di kamp û xaniyên kirê yên parêzgeha Hesekê dijiyan.

Karwanê yekem ê koçberên Serê Kaniyê ji 400 heta 650 malbatan pêk dihat.
Dema ku malbatên kurd gihîştin Serê Kaniyê û çûn malên xwe, wan dît ku erebên hawirde di malên wan de ne.

Di wê demê de çend çekdarên ji Dêrezorê li ser motorsîkletan êrişî malbatên kurd kir.
Ji bo ku alozî zêdetir nebe û şer mezin nebe, ew malbatên Kurd careke din ji Serê Kaniyê derketin.

Li Heseke, Kobanî û Qamişloyê xwenîşandan

Li Heseke, Kobanî û Qamişloyê bi sedan welatiyên kurd li dijî êrişa li Serê Kaniyê xwenîşandan kir.

Di dîmenên ku ji bajarê Hesekeyê hatine girtin de xuya dibe ku gelek kurd li ber avahiya Asayîşa Hikûmetê kom bûye.

Xelkê ji çekdarên hikûmetê xwest ku alaya Sûriyeyê daxînin û çekdaran jî ew ala daxist.

Peyman û sedemên derengketinê

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku piştî gotûbêjên bi aliyên pêwendîdar re, hikûmeta demkî û parêzgarê Hesekê biryar dabû ku çekdaran ji malên xelkê derxin.
Ev biryar wekî garantiyekê ji bo parastina can û malê koçberan hatibû dayîn lê dîsa jî kurd rastî êrişê hatin.

Tevî vê peymanê jî heta niha ti koçberên kurd bi temamî venegeriyabûn ser malên xwe.
Li gorî amaran, hejmara koçberên Serê Kaniyê derdora 12 hezar û 500 malbatî ye ku dike nêzîkî 72 hezar kesî.

Tîma serokatiya Sûriyeyê beriya niha ji Rûdawê re ragihandibû ku hebûna mayîn û teqemeniyan pêvajo dereng xistiye.

Her wiha Komîteya Koçberên Serê Kaniyê destnîşan kir ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li herêmê jî veger bi paş xistiye.

Merasîma birêkirina karwanê yekem bi amadebûna Emîn Elam hat lidarxistin.
Tevî ku vegera piştî bi salan cihê kêfxweşiyê bû jî xelkê herêmê ji ber nezelaliya rewşê û êrişên heyî hîn jî dilgiran e.