Xizmên zarokê ku di qezayê de mir, êrîşî ajokarî kirin
Zarokekî sê salî ku li navçeya Xelîliyê ya Rihayê ji ber lêdana otomobîlekê birîndar bûbû, li nexweşxaneya jiyana xwe ji dest da. Ajokar, ku ji bo agahiyê li ser rewşa zarokî çûbû nexweşxaneyê, ji aliyê xizmên zarokî ve rastî êrîşê hat.
RûpelNews - Li taxa Yeşildirek a navçeya Xelîliyê ya Rihayê, otomobîla ku ji aliyê Y.D. ve dihat ajotin, li zarokê 3 salî Emîr Efe Yilmaz da. Zarokê ku giran birîndar bûbû, ji aliyê xizmên xwe ve birin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan.
Emîr Efe Yilmaz, ku ji bo dermankirinê hatibû qebûlkirin, tevî hewldanên bijîşkan, nekarî were rizgarkirin.
Di vê navberê de, ajokar Y.D., ku çûbû nexweşxaneyê da ku li ser rewşa zarokî bipirse, ji aliyê xizmên zarokê ku jiyana xwe ji dest dabû ve rastî êrîşê hat. Demên êrîşa li ser ajokar bi kameraya têlefoneke desta hat tomarkirin.
Lêpirsîna derbarê qezayê de berdewam e. (Çavkani: İHA)
