Trajediya karkerên demsalî: Sê zarokên bira di qezayê de canê xwe ji dest dan

16 hezîran 2026 22:58

Otomobîla karkerên demsalî yên ji Rihayê li nêzîkî Karamanê ket nav çemekê de. Di bûyerê de 3 zarokên bira canê xwe ji dest dan. Dêûbav  du zarokên din jî birîndar bûn. 

Trajediya karkerên demsalî: Sê zarokên bira di qezayê de canê xwe ji dest dan

RûpelNews - Li gorî agahiyan, otomobîla bi plaqa 63 EA 265, ku ji aliyê M.Î. ve dihat ajotin, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn ji rê derket û kete nav çem. Piştî agahiyên ji şahidan, tîmên hawarçûnê, di nav de tîmên tenduristiyê, cendirme, AFAD û agirkujî, ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Sê zarok li cihê bûyerê mirin

Zarokên ajokar, Mehmet Mustafa İ. (4), Ramazan İ. (12) û Mehmet Sînan İ. (5), ên ku di wesayîtê de bûn, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Ajokar M.İ., jina wî û du zarokên din bi birîndarî ji wesayîtê hatin derxistin.
Birîndar bi ambûlansê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Karamanê. Cenazeyên zarokên ku jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.

Malbata karkerên demsalî ji zeviyan vedigeriya

Hat zanîn ku malbat wek karkerên çandiniyê yên demsalî ji Rihayê hatibû Karamanê û di dema qezayê de, piştî ku karê xwe li zeviyan xilas kiribûn, vedigeriyan konê ku lê diman. Bûyerê li herêmê xemgîniyeke mezin çêkir.