Heyv kete ber Rojê û ji bo demekê Dinya tarî bû

13 tebax 2026 10:15

Girtina rojê ya tam a 12ê Tebaxa 2026an, ku li Parzemîna Bakur bi kelecan dihate meraqkirin, duh êvarê pêk hat. Girtina Rojê li seranserê herêmeke teng a ku ji Gronlandê di nav Îzlandayê re heta bakurê Spanyayê dirêj dibû, bi temamî dihat dîtin. Lêbelê, li piraniya Ewropayê, girtina Rojê wekî bi qismî hate çavdêrîkirin.

Heyv kete ber Rojê û ji bo demekê Dinya tarî bû

RûpelNews - Girtina Rojê li Okyanûsa Arktîkê dest pê kir û li ser rojhilatê Grînlandê, rojavayê Îzlandayê û bakurê Spanyayê pêşve çû, berî ku bi rêya Giravên Balearî bigihîje Deryaya Spî.
Kesên ku li wê hermê dijîyan, ku herêmeke firehiya wê nêzîkî 293 kîlometre bû, bûn şahid ku roj ji nişka ve ket tariyê. Gava ku Heyvê bi temamî Roj nixumand, atmosfera derve ya Rojê – korona – jî diyar bû.

Li seranserê Ewropayê Roj bi qismî hat dîtin

Li herêmên berfireh ên li derveyî rêça girtina Rojê ya tam, ya qismî hat dîtin. Li seranserê piraniya Ewropayê – bi taybetî li Brîtanya, Îrlanda, Fransa, Almanya, Îtalya û welatên Skandînavyayê – Heyv di ber Rojê re derbas bû û tariyeke berbiçav çêkir.

Spanya bû navenda temaşekirinê

Yek ji wan herêmên ku herî zêde bala kesên ku dixwestin bi xwe şahidiya vê bûyera dîrokî bikin, bakurê Spanyayê bû. Ji ber ku girtina Rojê nêzîkî rojavabûnê çêbû, li herêmê bû sedema dîmenên ezmanî yên balkêş.