NY: Zêdetirî 800 hezar kesî ji herêma Îdlibê koç kirine
14 sibat 2020 13:50
PeyamaKurd - Operasyona hêzên hikûmeta Sûriyê ya dijî serhildayên li herêma Îdlibê didome.
Buroya Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku ji meha Berfanbarê vir ve zêdetirî 800 hezar kesî ji Îdlibê koç kirine.
Daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan didin ku di sê rojên dawî de bi qasî 140 hezar ji herêma Îdlibê koç kirine. Tê texmînkirin ku 60 ji sedê kesên ji herêmê derketine zarok in.
Berdevkê OCHAyê David Swanson diyar kir rewşa li herêma Îdlibê bi hewaya sar jî zortir bûye û da zanîn ku sîvîl bo ku neyên ferqkirin zêdetir bi şev warên xwe diterikînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ebû Lulu: “Min 2 hezar kesî kust û ez ê hêj bikujim”
03 mjd 2025
Cîhan
Zêdetirî 32 hezar kompanî li Herêma Kurdistanê tomarkirî ne
10 rbn 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin