Zêdetirî 32 hezar kompanî li Herêma Kurdistanê tomarkirî ne

10 rêbendan 2024 16:00
Zêdetirî 32 hezar kompanî li Herêma Kurdistanê tomarkirî ne

PeyamaKurd – Zêdetirî 32 hezar kompanî li Herêma Kurdistanê tomarkirî ne ku 3 hezar û 362 ji wan biyanî ne.

Di kabîneya 9 a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tomarkirina kompanyayan bi awayekî elektronîkî hate kirin û lêçûna avakirina kompaniyekê jî %80 hat kêmkirin, bi vê yekê zêdetir kompanyayên biyanî ji bo karê xwe Herêma Kurdistanê hilbijêrin.

Rêveberê Giştî yê kargeheke Tirkiyê li Hewlêrê Şahîn Kemal di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, di kargeha me de madeyên cuda yên avahîsaziyê tên berhemanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek asankarî pêşkêşî şîrketeke biyanî kiriye ku berhemên xwe li vir çêbike.

Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Şîrketan a Wezareta Bazirganî ya Herêma Kurdistanê Blind Muhammed ji K24ê re ragihand, li Herêma Kurdistanê şîrketên biyanî di warên cuda yên weke çandinî, petrol, veberhênan û çêkirina rêyan de kar dikin.

Blind Mihemed amaje bi wê yekê jî kir ku sermayeya wan kompanyayên navborî ji 500 hezar dolaran heta zêdetirî milyonek dolaran heye û diyar kir ku hebûna wan kompaniyan ji bo peydakirina kar li Herêma Kurdistanê gelek sûdmend e.

Li gorî amarên Rêveberiya Tomarkirina Şîrketan, 10 hezar û 510 şîrket di kabîneya 9 a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine tomarkirin. Li Herêma Kurdistanê 32 hezar û 166 şîrket hene ku 28 hezar û 804 ji wan xwecihî û 3 hezar û 362 jî biyanî ne.