DEM Partî hemû şaredarên xwe li Amedê kom dike

25 sibat 2026 14:55

DEM Partiyê ragihand ku, ji bo ku bertekê nîşanî pergala danîna qeyûman bo şaredariyan bidin û dawî li pergala danîna qeyûman bê anîn dê hemû hevserokên şaredariyên xwe li Amedê kom bike.

Nîqaşên li ser qeyûman: DEM Partî hemû şaredarên xwe li Amedê kom dike

RûpelNews - Ev demeke nîqaşên derbarê danîna qeyûman bo şaredariyan berdewam dikin. Ji aliyê DEM Partiyê ve hat ragihandin ku, dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hemû hevserokên şaredariyên xwe di 26ê Sibatê roja Pêncşemê li Amedê kom bike. Li gorî daxûyaniyê, di demjimêr 17.00an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê bi kongreyeke rojnamegerî dê daxûyaniyek were ragihandin.

‘Qeyûm li dijî vîna gel e’

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civîn bi dirûşma ‘Em xwedî li îradeya xwe derdikevin û li dijî sepandina qeyûman dengê xwe bilind dikin’ dê were pêkanîn. DEM Partiyê destnîşan kir ku sepandina qeyûman li ser şaredariyan li dijî îradeya gel e û divê ev pratîk bi dawî bibe.

Serokê MHPê Bahçelî dixwazî dawî pergala qeyûman bi dawî bibe’

Di aliyê din de, gotinên dawî yên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên derbarê qeyûman de jî li siyaseta Tirkiyeyê nîqaş zêde kir. Bahçelî, di hin daxûyaniyên xwe de bi taybetî behsa Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê Ehmed Turk û Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer dike û dibêje divê li karê dîsa rûnin ser kursiyên xwe yên şaredariyê.

Li gorî çavdêrên siyasî, bi dawîanîna pergala qeyûman û lêvegerandina şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin dê bandoreke erênî li ‘pêvajoya nû’ jî bike.