Nîhat Dogan: Ez dixwazim alîkariya birayên xwe yên Kurd ên Rojava bikim
PeyamaKurd – Nîhat Dogan da zanîn, ew dixwazin alîkariyê bidin erdhejzedeyên li Rojava û Sûriyeyê bi taybet li Efrînê. Dogan diyar kir, ji bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiyeyê jî alîkarî şandine.
Di dema ku sazî û rêxistinên navneteweyî û welat ji mexdûrên erdhejê re alîkariyê dişînin, gelek xêrxwaz hewl didin bi kampanyayên cuda piştgirî û alîkariyê bişînin.
Hunermend Nîhat Dogan ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam parve kir got, “Ez dixwazim alîkariya xwişk û birayên me yên Kurd ên ku di erdheja li Sûriyeyê û bi taybet Efrîna Rojava de mexdûr bûne, bikim. Ma rêxistinên sivîl ên pêbawer, weqf, komele û hwd hene? Ez ê pir kêfxweş bibim ku hûn min agahdar bikin.”
Erdheja 7,7 heta 7,6 ku navenda wê Mereş bû di 6ê Sibatê de li Sûriye û Rojava û 10 parêzgehên Tirkiyê wêraniyeke mezin pêk anîbû. Di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes jî bûn qurbanî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin