Putin: Bi alîkariya Erdogan grûbek sîvîl tehliye bû

01 adar 2018 01:53
Putin: Bi alîkariya Erdogan grûbek sîvîl tehliye bû

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku wan bi alîkariya serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, grûbeka mezin ya sîvîl  ji Xûta ya Rojhilat tehliye kirine.

Putin li Moskovayê, di civîna çapemeniyê de ya bi serokwezîrê Awûstûryayê bi Sebastian Kurtz re, dema diaxifî got ku ew bi alîkariya Recep Tayip Erdoğan tehliya sîvîlan kiriye.

Lê Putin negot bê çawa wan sîvîlan ji herêmê derxistine. Tenê bo grûbên muxalif yên ku Xûtayê di bin destê xwe de digrin got ku ew herêmê ji xwe re weka baregeh bikartînin.

Li aliyê dinê Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan li Sûriyê ku navenda wê Brîtanyaye ragihand ku tevî agirbesa bi 5 sietan, hêzên Sûriyê di bejayiyê de li herêma Xûta Rojhilat her dem êrîşê birine ser grûban lê di hewa de ti êrîş nehatine kirin.