Erdogan li Amedê axifî: Ew zen dikin ku wê birayên min yên Kurd bixapînin

15 nîsan 2023 01:16
Erdogan li Amedê axifî: Ew zen dikin ku wê birayên min yên Kurd bixapînin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Amedê tevlî merasima danîna asasên avahiyên erdhejê bû û êrîşê ser muxalefeta di bin serpereştiya Kemal Kılıçdaroğlu de kir. Erdoğan got ku Kılıçdaroğlu PKK ê destek dike û dewam kir:

“Wê ji Qendîlê destekê bibin Bay Kemal. Ew zen dikin ku wê bi vî awayî birayên min yên Kurd bixapînin. HDPê xwe danî kêleka masa temsîlkarê tekane partiya faşîzmê ya CHPê.

Ew destê ku me di wexta pêvajoya çareseriyê de dirêjî wan kir, ne gez kirin lê xwestin weka xencêre li nav dilê me bixin. Ew ne desthilatê îrada xwe ne tenê xulamê emperyalîstane. Tenê ew dûva ku di bin sîwana partiya siyasî de dexebitin. Wê ji Qendîlê destekê bidin Bay Kemal. Ew zen dikin wê birayên me yên Kurd bixapînin.

Diyarbekir 40 sale ku têkoşîna xweparastinê dide bi taybetî li hemberê wan kesên ku çav berdane nanê wan. Di salên borî de, helbet li xelkê vî bajarî zilmê kirin. Zîndana Diyarbekirê ku em niha dikin muze, yek ji şahidan ew e.”

Erdoğan mijarê bir ser Selahahttin Demirtaş û got ku ew Kurda xistiye kolana û bûye sedema kuştina 51 kesî. Niha Selo li ku derêye? Ne ew Yasin Börü şehîd kirin? Bi ereba di ser wan de derbas bûn. Derdê wan ne Kurd in, ew qatilin. Ew zarokên Kurdan revandin Qendîlê.

Erdoğan mijarê bir ser mijara erebeyên Torosan ya wan rojên tarî ku hêzên tarî yên dewletê, xelkê direvandin û wan dikuştin, û got ku dewra wan hatiye girtin û wê ew wêne ti carî dernekeve ortê.