Nîhat Dogan vegeriya Kurdbûnê!: Hûn nebin yek hûnê bimirin yek bi yek!
PeyamaKurd – Stranbêjê esil Kurd Nîhat Dogan ku li Tirkiyê bi nav û deng e û beriya niha jî piştgiriya deshilatdariyên Tirkiyê dikir, li ser twîteke sivikatî bi Şêx Seîd dikir hêrs bû û wî jî bi Kurdî dev avêt kesên sivikatî kirine.
Nîhat Dogan piştî ku gotinên wî li ser medya civakî belav bûn û bikarhênerên Kurd jî piştgiriyeke xurt dane wî, dîsa daxuyaniyên xwe yên li ser twitterê berdewam kirin û deshilatdariya Tirkiyê ya niha bi faşîzm û despotîzmê tawanbar kir.
Reqe quze diya te ? https://t.co/M9grAHLEN4
— Nihat Doğan (@NihatDoganVevo) December 24, 2019
Dogan di bersiveke xwe de li ser twitterê got, “Ez ferq dikim ku di demên dawî de faşîzmeke mezin a ku rehmetê li statukoya 12ê Îlonê tîne li ser serê gelê Kurd tê kirin û bi despotîzma zîndanîkirinê hewil didin wan bidin çemandin. Lê meraq neke, pêwîst bi min nabe, bi tecrubeya sabîte ku gelê Kurd li ber perînçan û pirînçan (Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek û derdorên dewleta kûr a Tirkiyê qest dike) xwe naçemîne.”
Stranbêj Dogan dîsa bi twîteke din jî helwesta xwe ya bo Kurdbûna xwe diyar kir û got, “Hun nebin yek, hun e bımırın yek u yek..... şev baş hevalno.”
Nîhat Dogan ku bi eslê xwe ji bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê ye, heta niha di qada hunerê ya civaka Tirkî de karê xwe dike û bêhtir li nav wan tê naskirin ku li ser medya civakî jî bi qasî nîv milyon şopînerên wî hene.
Hun nebin yek, hun e bımırın yek u yek..... şev baş hevalno
— Nihat Doğan (@NihatDoganVevo) December 24, 2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin