Sedat Paker: “Erdogan mûdire gistî yê zîndanan bo bi min re biaxife sand cem min”
PeyamaKurd – Serokê rêxistina sûcan Sedat Peker li ser gotinên ku parlementerên CHP ê di zîndanê de çûne seredana wî got ku parlementerên MHP ê jî seredana wî kirine. Peker got ku rêvebirê (mudir) giştî yê zîndanan yê Tirkiyê li ser fermana serokkomar Tayip Erdoğan çûye zîndanê û seredana wî kiriye.
Sedat Peker li ser seredana parlementerên CHP got ku Özgür Özer û Veli Ağbaba di zîndanê de seredana wî kirine û di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Trollerên AKP ê dibêjin ku parlementerên CHP ê Özgür Özer û Veli Ağbaba di zîndanê de hatine seredana min û dixwazin mêjiyan tevlîhev bikin. Ji MHP ê jî parlementer hatin seredana min.”
Sedat Peker got ku di wexta di zîndana Silivriyê de bû ye rêvebirê giştî yên zîndanan bi xwe çûye seredana wî û weha got:
“Em bi tenê axifîn. Ev di dîroka komarê de qet nebûye. Birayê mezin Tayip bi xwe, rêvebirê giştî yê zîndanan yê Tirkiyê, şandibû cem min. Ez dibêjim bo rojevê ev baştire. Qeydiyên zîndanê yên kamerayê hene. Di wexta ez û rêvebirê giştî yê zîndanan ku mirovekî girînge, dema ez û ew bi hevre di oda min de em bi hevre diaxifîn, dozgerên zîndanê û rêvebir li derveyê zîndanê radiwestiyan. Çendîn enteresane newsa?”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin