Newsûd | Leskerên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kir!

07 mijdar 2024 16:04
Newsûd | Leskerên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kir!

PeyamaKurd – Kolberekî Kurd ê bi navê “Esed Fîrûzbext” yê xelkê bajarê Ciwanroyê, di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi çeka hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi giranî hatiye birîndarkirin û ji ber  birînên xwe bo tedawiya bijîşkî neqlî nexweşxaneyê hate rakirin.

Raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov ya Hengawê radigihîne ku êvareya roja sêşemê (5ê Mijdara 2024an), Esed Fîrûzbext, kolberê ji bajarê Ciwanroyê, li ser sînorê Newsûdê tevî komek kolberên din bûye hedefa rasterast a  leşkerên rejîma Îranê birîndar bûye û di encamê de jî kolberê navborî bi giranî birîndar bûye û ew neqlî nexweşxaneyê hatiye kirin.

Li gorî heman çavkaniyê; Esed Fîrûzbext bê agehdarkirinê bûye armanca leşkerên rejîma Îranê û zêdetirî 100 saçmeyên guleyê li mil û pişta wî ketine.