Newsûd | Rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kir

11 berfanbar 2024 18:33
Newsûd | Rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kir

PeyamaKurd – Kolberê bi navê Meseb Sebzewariyê ku xelkê Şahoya bajarê Ruwanserê ye, li sînorê Newsûdê ya parêzgeha Paweyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi destê pasdarên Îranê ve bi giranî birîndar bû.

Li gorî raporeke ku gihîştiye ber destên Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, îro danê sibê, kolberê ji gundê Qeşlaxê yê bi ser navçeya Şahoya bajarê Ruwanserê, Mesab Sebzewarî, bi destên pasdarên rejîma Îranê ve li devera sînorî ya Newsûdê bi giranî birîndar bûye.

Li gorî kesekî agahdar; Meseb Sebzewarî rakirine nexweşxaneya Talqanê ya bajarê Kirmaşanê.

Wî kesê gotiye, ew kolberê kurd ji ser û çavên xwe birîndar bûye û birîna wî xedar e.