Neteweyên Yekbûyî, li ser Azerbaycanê daxuyanî da

13 îlon 2023 18:00
Neteweyên Yekbûyî, li ser Azerbaycanê daxuyanî da

PeyamaKurd- Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY, pabendbûna xwe bi serwerî û yekparçeyiya axa Azerbaycanê piştrast kir û daxwaza rêzgirtinê ji biryarên Encûmena Asayîşa Navdewletî ya di vê çarçoveyê de kir.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirseke di derbarê hilbijartinên bi navê "Hilbijartina Serokomariyê" da ku li herêmên di bin kontrola hêzên ermenî yên li herêma Qerebaxa Azerbaycanê de tên lidarxistin.

Dujarric diyar kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li Ermenîstan û Azerbaycanê kir ku ji bo asayîkirina têkiliyan, xebatên xwe zêde bikin û got ku ev yek dê ji bo aştî û ewlehiya herêmê jî bi fêde be.

Berdevkê NYê, li ser der barê hilbijartinên bi navê Azerbaycanê de jî got, "Em dixwazin biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên li ser serwerî û yekîtiya axa Azerbeycanê bi bîr bînin. Em bang li her kesî dikin ku bi tevahî rêzê li wan bigirin." 

Hêzên Ermenî yên dijyasayî yên li herêma Qerebaxêya Azerbaycanê, di 9ê Îlonê de li herêmên di bin kontrola xwe de bi navê “Hilbijartina Serokomariyê” pêk hanîbûn.

Hilbijartina ku tê gotin ji aliyê rêveberiya Azerbaycanê ve wekî "Êrîşa li ser serwerî û yekîtiya axa welêt" hat pênasekirin û şermezarkirin.