Almanya û Neteweyên Yekbûyî li ser komkujiyên li Sûriyeyê daxuyanî dan

10 adar 2025 12:30
Almanya û Neteweyên Yekbûyî li ser komkujiyên li Sûriyeyê daxuyanî dan

PeyamaKurd – Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk di daxuyaniya xwe ya têkildarî komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê de daxwaz kir ku, "Bi lezgînî kuştina sivîlan bê rawestandin."

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk, têkildarî qetlîamên elewiyan ên li Sûriyeyê li Almanyayê daxuyanî da. Li gorî Reutersê, di daxuyaniyê de hat gotin ku kuştina sivîlan li Sûriyê "divê tavilê were rawestandin".

Volker Turk got, "Raporên pir tirsnak ên kuştina tevahî malbatan, di nav de jin, zarok û kesên neşerker distînin. Herwiha ji ber sedemên mezhebî kuştinên bê edaletî jî hene. Daxuyaniyên rayedarên demkî yên ku niyeta wan a rêzgirtina ji serweriya qanûnê piştrast dikin, divê bi tevgerek bilez ji bo parastina Sûriyan werin şopandin. Pêdivî ye ku lêkolînên bilez, şefaf û bêalî li ser hemî van kuştin û binpêkirinên din bêne kirin û ew kesên ku berpisyar in, bêne hesabkirin."

Hikûmeta Almanyayê jî raporên “şokdar” bi nav kir ku zêdetirî 1000 kes ku piraniya wan sivîl in, hatine kuştin. Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got, "Hikûmeta veguhêz berpirsiyar e ku rê li êrîşên din bigire, lêkolînan bike û berpirsyaran bipirse."

Wezaretê got, "Em bang li hemû aliyan dikin ku dawî li tundiyê bînin."