Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî banga alîkariyê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê kir
PeyamaKurd – Ji ber erdhejên ku li Mereşê pêk hatin heta niha ji 921 kesan 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku ji ber erdhejên qewimîn hejmara miriyan 8 qat zêde dibe.
Li Pazarcikê bi lerza 7,7 û li Elbîstanê jî bi lerza 7,6an du erdhej çêbûn.
Di erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an de ku navenda wan Maraş, Pazarcik û Elbîstanê ye û li 10 parêzgehan bandor bû, 6 hezar û 217 avahî hilweşiyan, hat ragihandin ku heta niha 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di encama erdheja ku ji bilî Mereşê li Dîlok, Meletî, Batman, Bîngol, Elezîz, Kilîs, Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye û Hatayê hat hîskirin, 14 hezar û 483 kes birîndar bûne.
HIŞYARÎ JI RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir, dibe ku mirinên ji ber kesên di bin avahiyan de ne zêdetir bibin û hişyarî da ku dibe, hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane 8 qat zêde bibe.
Li gorî nûçeya CNNê Catherine Smallwood Berpirsiyarê WHOyê yê Ewropayê ku li ser erdhejê daxuyaniyek da û got, “Mixabin em her tim di erdhejan de heman tiştî dibînin. "Hejmara kuştî û birîndaran dibe ku di hefteyên pêş de pir zêde bibe."
Smallwood destnîşan kir, şert û mercên hewayê yên xerab wê li herêmê metirsiyan zêde bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin