Neteweyên Yekbûyî daxuyanî li ser Mazlûm Kobanî da

12 nîsan 2023 13:59
Neteweyên Yekbûyî daxuyanî li ser Mazlûm Kobanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric derbarê êrîşa hewayî ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek da.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, "Hikûmeta Iraqê heta niha ti gilî nekiriye" derbarê êrîşa hewayî ya li nêzî karwanê ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî jî tê de ye.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Dujarric derbarê êrîşa hewayî de dûpat kir, ew bi tevahî piştgiriya yekîtiya axa Iraqê dikin û got, "Em daxwaz dikin ku rêz li serweriya axa Iraqê were girtin."

Ji aliyeke din ve çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Iraqê tekez kir, heta niha welatê wî ti gilî li Neteweyên Yekbûyî nekiriye.