Neteweyên Yekbûyî darbeya leskerî ya Myanmarê sermezar kir
PeyamaKurd - Artêşa welatê Myanmarê darbe li dijî hikûmetê pêk anî û serfermandarê artêşa Ming Aung, dest danî ser deshilatiya welat ku piraniya serkirde û berpirsên hikûmetê jî hatin girtin. Herwiha li Myanmarê rewşa awarte hat ragihandin.
Artêşa Myanmar îro 1ê Sibata 2021ê bi peyameke televîzyonî ragihand, li hemberî sextekariya ku di hilbijartinan de hatiye kirin, wan dest daniye ser desthilatê û hejmarek ji serkirdeyên siyasî desteser kirine.
Li ser belavbûna nûçeya darbeya leşkerî li Myanmarê ji welatên cîhanê bertek hatin nîşandan ku Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand, Joe Biden nîgeran e ji binpêkirina proseya demokrasîya li Myanmarê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî bi tundî derbeya leşkerî ya li Myanmarê şermezar kir û got “Divê ev kiryar di cih de werin sererastkirin.”
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antoni Guteress jî bi tundî derbeya leşkerî ya li Myanmarê şermezar kir û got, “Ev guhertin metirsiyeke rasterast a li ser proseya Demokrasiyê ye.”
Guterres diyar kir: “Divê hemû serkirde li gor berjewendiya proseya demokrasî ya Myanmar kar bikin, danûstandinên bi wate bikin ji tundûtujiyê dûr bikevin û rêzê li mafê mirovan û bingehên azadiyê bigrin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin